• Monday, 01 July 2024
logo

Cihên xweveşartinê yên DAIŞê hatin teqandin

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Cihên xweveşartinê yên DAIŞê hatin teqandin
Li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê du cihên xweveşartinê yên DAIŞê hatin teqandin û ji ber teqîna bombeyekê jî li rojavayê bajarê Mûsilê, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; du cihên xweveşartinê yên DAIŞê li devereke ser bi navçeya Rutbe ya li rojavayê Enbarê hatin teqandin û hejmarek çek û teqemenî jî hatin dîtin.

Li aliyê din, ji ber teqîna bombeyekê li gundê Tawle yê ser bi bajarokê Eyaziye yê li rojavayê Mûsilê, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Herwiha bombeyeke din jî li devera Cerbûiye ya Semawe teqiya û di encama teqînê de du kesên sivîl birîndar bûn, li navçeya Şareban jî, li sînorê parêzgeha Diyala, polîsek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin, li naverasta Besrayê jî, termê keçek parçe parçekirî di nav çopxaneyekê de hat dîtin.

K24
Top