• Monday, 01 July 2024
logo

Qaymeqamê Şingalê: PKK zimanê diyalogê nizane

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Qaymeqamê Şingalê: PKK zimanê diyalogê nizane
Qaymeqamê Şingalê ragihand, PKK zimanê diyalogê nizane û rewşa Şingalê aloz kiriye.

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, em li bendê ne rêkeftina Şingalê ku di navbera her du hikûmtên Kurdistan û Iraqê de hatiye îmzekirin, were bicîhanîn.

Mehma Xelîl her wiha got, lê hinek alî piştevaniya komên çekdar yên li Şingalê dikin. Ev jî rewşê aloztir dike. Lê êdî em vê yekê qebûl nakin.

Li ser gefên PKKê li dijî artêşa Iraqê jî Mehma Xelîl got, PKK nikare gefê li artêşa Iraqê bixwe. Lê ew zimanê diyalogê nizanin lê nikarin li hember artêşê jî xwe bigirin.

Rêveberiya “xweser” ya Şingalê, ku ji aliyê PKKê ve hatiye destnîşankirin, ragihandiye, hikûmeta Iraqê heta roja 1 Nîsana îsal mohlet daye PKKê da ku ji Şingalê derkeve lê ew wê yekê red dikin. Ew li dijî rêkeftina Şingalê ne jî û tehdîd kirine ku eger artêşa Iraqê bixwaze wan bi zorê derxîne dê şer bikin.

Basnews
Top