• Monday, 01 July 2024
logo

Pentagon: Her li ku derê bin em dê vaksînê bo hêzên xwe bişînin

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Pentagon: Her li ku derê bin em dê vaksînê bo hêzên xwe bişînin
Amerîkayê zêdetirîn hejmara vaksînînên Coronayê dabeş kirine û wezîrê Berevaniyê yê wî welatî jî dibêje, her ku derê bin ew dê beşa pêwîst a vaksînê bo hemû hêzên xwe bişînin.

Rêveberê Fermangeha Tendirustî ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ve Ronald Pallas, duh di kongreyeke rojnamevanî de, li ser pirsyara peyamnêrê Rûdawê, amaje bi wê kir ku ew heta niha agahdar nînin ji wê ku gelo Pêntagon dê di dabînkirina vaksîna Coronayê hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike yan na.

Lê Rêveberê Fermangeha Tendirustî, di beşeke axaftina xwe de amaje bi wê kir, her li ku dera cîhanê bin ew dê beşa pêwîst a vaksînê bo serbaz û rawîjkarên xwe dabîn bikin.

Derbarê şêwazê dabînkirina vaksînê behsa wê kir ku dabeşkirina wan vaksînan dê li gor bernameya berevaniya niştimanî be.

Dema 3 rojan e helmeta derzîkirina hêzên Amerîkayê li dijî petaya Coronayê destpê kiriye. Li gor zanyariyên berpirsên Pentagonê, hejmareke zêde ya hêzên wan razî ne, vaksînê werbigirin ku di demekê de destpêka vê mehê li gor Lîjneya Xizmetguzariyên Serbazî ya ser bi Encûmena Nûneran a wî welatî ve, nêzikî yek li ser sê ya serbaz û efserên Amerîkayê amade ne vaksînê werbigirin.

Li gor amarên Bloombergê, heta niha li Amerîkayê 136 milyon vaksînên Coronayê hatine dabeşkirin û bi wî awayî Amerîka yekema rêzbendiya dabeşkirina vaksînê ye.

Herwiha li seranserê cîhanê jî, zêdetir ji 505 milyon vaksînên Coronayê hatine dabeşkirin.

Rudaw
Top