• Monday, 01 July 2024
logo

Di navbera YPG û grûpên çekdar de şerekî dijwar derket

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Di navbera YPG û grûpên çekdar de şerekî dijwar derket
Li bakurê Helebê şer û pevçûna dijwar di navbera şervanên YPG û grûpên çekdar de derketin û di encamê de li gor zanyariyan ziyaneke mezin gihîşt grûpên çekdar.

Şervanên YPGê êrîşî pêgehên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li nêzîkî bajarê Izazê li bakurê Helebê kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên cor bi cor êrîşî çend pêgehên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê yên li Mihwerê Izaz-Kefer Xaşir kirine.

Li gor heman çavkaniyan, zerer û ziyanên mezin gihane grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, lewma balafirên Tirkiyê û Dronên wê di ser herêma Til Rifetê re firyane, lê tu cih bombebaran nekirine.

Li aliyekî din, şeva borî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê gundê Derdare li bakurê Til Temirê topbaran kirin.

Piştî wê topbaranê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar û şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê derketin.

Li gor daxuyaniyeke Encûmena Serbazî ya Til Temirê, di encama şer û pevçûnan de li gundên bakurê Til Temirê, 5 çekdarên girêdayî Tirkiyê birîndar bûn û êrîşa wan grûpan jî hat têkşikandin.

Rudaw
Top