• Monday, 01 July 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî li ber sermayê canê xwe ji dest da

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî li ber sermayê canê xwe ji dest da
Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd li ber sermayê canê xwe ji dest da.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; li bajarê Selmasê û li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, kolberekî kurd bi navê Fehîm Mamedî li ber sermayê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ew kolberê Kurd di tariyê de rê winda kiribû û ji ber wê jî di nav berfê û sermayê de qefilîbû û canê xwe ji dest dabû.

Kolberê bi navê Fehîm Mamedî, 35 salî û xelkê bajarê Selmasê bûye.

Bajarê Selmasê girêdayî parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

K24
Top