• Monday, 01 July 2024
logo

Iraq şeşem welate ku herî zêde petrolê dişîne Amerîkayê ye

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Iraq şeşem welate ku herî zêde petrolê dişîne Amerîkayê ye
Îdareya zanyariyên wuzeya Amerîkayê ragehand, Iraq şeşem welatê herî zêde petrol û neftê dişîne Amerîkayê ye.

Îro 27.03.2021ê îdareya zanyariyên wuze ya Amerîkayê raportek derbarê hatina neftê ji aliyê welatên din ve belav kir.

Li gor wê raportê heftiya borî de ji bo Amerîkayê bi giştî 4 milyon û 936 hezar bermîlên neftê hatine.

Li gor heman raportê rojane ji Iraqê 105 hezar bermîl bo Amerîkayê diçe û bi wî awayî Iraq dibe şeşem welatê herî zêde petrolê dişîne Amerîkayê.

Rêzbendiya wan welatên herî zêde neft û petrolê dişînin Amerîkayê di heftiya borî de waha ye:

-3 milyon û 418 hezar bermîl nefta rojane ji Kanadayê

- 618 hezar bermîl nefta rojane ji Siûdiyê

- 280 hezar bermîl nefta rojane ji Meksîkayê

- 161 hezar bermîl nefta rojane ji Nîjerya

- 132 hezar bermîl nefta rojane ji Ekwadorê

- 105 hezar bermîl nefta rojane ji Iraqê.

Basnews
Top