• Sunday, 28 July 2024
logo

Zaxo: Kesekê kurê xwe bi klaşnîkofê kuşt û revîya

Zaxo: Kesekê kurê xwe bi klaşnîkofê kuşt û revîya
Li ser pirsgirêkeka civakî şevîdin welatîyekî Zaxo , kurê xwe yê 26 salî gullebebaran kir û di cih da kuşt.

Berpirsê ragîhandina polîsên deverdarîya Zaxo, Nehşet Selman bo War ragîhand; şevîdin li saet 11 û nîvê şev li taxê Karêz, welatîyekê Zaxo kurê xwe yê 26 salî bi gulleyên klaşînkofê kuşt û revîya.

Herwesa dîyar kir, kesê kurê xwe kuştîye xwe radestî polîsan nekirîye û heta niha lêgeryan bo desteser kirina wî berdewamin.

Ji alîyekê din ve û li gorî zanyarîyên bi dest War ketine, kesê kurê xwe kuştîye berî niha çendîn caran li dadgehê skala li kurê xwe kiribû.

War.tv
Top