• Monday, 01 July 2024
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Eger PKK ji Şingalê dernekeve dê şer derkeve

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Eger PKK ji Şingalê dernekeve dê şer derkeve
Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, eger heta çend rojên din PKK ji Şingalê dernekeve dê di navbera wan û artêşa Iraqê de şer derkeve.

Fermandeyê hêzên Pêşmerge li Şingalê, Mîrza Xelef ji BasNewsê re got, rewşa Şingalê gelekî aloz bûye û hemû pêşbînî û texmîn nîşan didin ku dê li Şingalê şer derkeve, ji ber ku PKK naxwaze ji Şingalê derkeve. Arêşa Iraqê daxwaz ji PKKê kiriye ji Şingalê derkeve, wan jî gotine em dernakevin û emê şer bikin. Ev jî bûye sebeb rewş aloztir bibe û îhtimala derketina şer di navbera her du aliyan de heye. Tirs ketiye nav xelkê Şingalê.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, heta niha Bexdayê çend caran mohlet daye PKKê û jê re gotiye ji Şingalê derkeve lê PKK guh nade Bexdayê. Tenê çend roj li pêşiya PKKê maye da ku ji Şingalê derkeve. Eger PKK dernekeve dê şer biqewime. Xelk jî ji vê rewşê nîgeran e û ditirse.

Basnews
Top