• Monday, 01 July 2024
logo

Li Til Temirê şerekî dijwar derket

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Li Til Temirê şerekî dijwar derket
Li gundewarê rojavayê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê, di bin mûşekbarana hêzên Tirkiyê şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derket.

Li gor Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, roja 26ê vê mehê, li gundên Kozeliyê û Til Leben li rojavayê Til Temir li Rojavayê Kurdistanê, li jêr mûşekbarana hêzên Tirkiyê şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û HSD derket.

Li gor zanyariyan di encama şer de şervanên HSD zirxpoşeke grûpên çekdar jinav birin û li gor çavkaniyên HSDê hejmareke endamên wan grûpên çekdar hatine kuştin.

Hevdem li gundên Derdare û Til Minax li gundewarê bakurê Til Temir şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û HSD derket.

Herwiha roja 25ê vê mehê, di dema grûpên çekdar xwestibûn xemdeqekê li gundewarê rojavayê Til Temir bikolin, şervanên HSD zirxpoşeke wan grûpan kir armanc û piştre şer û pevçûn derketin.

Rudaw
Top