• Monday, 01 July 2024
logo

Biryarekî Komîsyona Helbijartinên Iraqê 900 hezar kesan ji mafê dengdanê bêpar dihêle

Gulan Media March 27, 2021 Nûçe
Biryarekî Komîsyona Helbijartinên Iraqê 900 hezar kesan ji mafê dengdanê bêpar dihêle
Piştî Komîsyona Bilind a Helbijartinên Iraqê biryar da helbijartin li derveyî Iraqê birêve neçe, wê biryarê nîgeranî ligel aliyên siyasî çêkir.

Îro 27.03.2021ê berpirsê beşa yasayî li saziya Helbijartinên PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Encam nedana helbijartinê li derveyî Iraqê dijî destûrê û yasaya helbijartinê ye. li gor destûrê divê hemû Iraqê ku ji tomara biometrîk de navê wan heye divê deng bidin.’’

Derbarê hejmara wan hemwelatiyên ku di helbijartinê de bêbeş bibin jî got, li gor amarên helbijartina sala 2018ê nêzîkî 900 hezar Iraqî ji dengdanê bêbeş dibin.

Berpirsê beşa yasayî li saziya helbijartina PDKê got: ‘’Dengdan li derve bê biometrî di berjewendiya kurdan de nîne. sedem jî ew e çend welatekî herêmê di gelek waran sextekariyê ava dikin, bi taybet di berjewendiya pêkhateya Şîe de.’’

Encûmena Komîsyaran bi bahaneya vîrusa korona û temamnebûn û zehmetiya amadekariyan biryar da di helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de dengdan li derveyî welat pêkneyê.

Basnews
Top