• Monday, 01 July 2024
logo

Helîkopterên Tirkiyê li Zaxo binkeyên PKKê gulebaran kirin

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Helîkopterên Tirkiyê li Zaxo binkeyên PKKê gulebaran kirin
Şeva borî li gundê Bank Sindî yê li sînorê nahiya Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo, helîkopterên serbazî yên Tirkiyê derdora gund û zalgehên pasevanên sînorî yên Iraqê gullebaran kirin.

Fermandarê Lîwaya Yek a Pasevanên Sînorî yê li navçeya Zaxoyê, Dilêr Ferzende Zêbarî ji K24ê re ragihand; piştî ku çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li derdora komelgeha Bêgova êrîş kirin ser xaleke artêşa Tirkiyê li nêzîkî Girê Bî, helîkopterên serbazî yên Tirkiyê ew dever gulebaran kirin.

Dilêr Ferzende Zêbarî eşkere kir; piştî ku helîkopterên Tirkiyê bi liv û tevgerên çekdarên PKKê hesiya, li nêzîkî gundê Bank Sindî, çekdarên PKKê kirin armanc.

Heta niha nayê zanîn ku di encama êrîşan de çi ziyan derketine holê.

Basnews
Top