• Monday, 01 July 2024
logo

Li Batifayê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Li Batifayê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket
Li nehiya Batifayê ya bi ser Zaxoya Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, gerîlayên PKKê îro êrişî baregeke serbazên Tirkiyê ya di nav sînorê parêzgeha Zaxoyê de kir.

Birêveberê nehiya Batîfayê Dilşêr Ebdulsetar got “Gerilayên PKKê li Gundê Grebiyê êrişî baregeheke serbazên Tirkiyê kirin û piştre firokeyên cengî yên Tirkiyê saet di 17:30 de wî gundî de bombebaran kirine.”

Dilşêr Ebdulsetar diyar kir ku wê herema ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bombebaran kirin tu kes li wê derê jiyan nake û di derbarê êrişê de tu agahî nehatine bidestxistin.

Li aliyê din li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê Yûsif Mûsa, Firokeyên cengî yên Tirkiyê Gundê Grebiyê bombebaran kirine û firokeyên bêfirokvan bi berdewamî li ser heremê çavdêriyên dikin.

Li gundên Bankê Serû û Bankê Xwarû jî di navbera Gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di derbarê şer de heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.

Di derbarê şer de heta niha ne PKK û ne jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê tu daxuyaniyek belav nekirine.

Rudaw
Top