• Monday, 01 July 2024
logo

Moleta artêşa Iraqê dabû YBŞê îro bi dawî tê

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Moleta artêşa Iraqê dabû YBŞê îro bi dawî tê
Firqeyên 20 û 15 ên artêşa Iraqê di çendrojên derbasbûyî de molet dabûn Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û ew molet îro, 26/03/2021 bi dawî tê.

Di 4 rojên derbasbûyî de artêşa Iraqê rê nedan wesayîtên YBŞ û Asayişa Êzidxanê derbasî navenda bajarê Şingalê bibin û ev yek jî bûye sedema tevlîheviyê.

Heval Tirêj Şingalî, Berpêrsê YBŞê li Şingalê, dibêje, “Ev rêgirtin ne tiştekî yasayî ye. Ji xwe em ji navenda bajêr bi şêweyekî fermî vekişiyane bi diyalogê, lê hinek sozên ku serkirdeyên Iraqê dabûn Rêveberiya Xweser û hêzên me pêk nehatine.”

Endam û alîgirên Meclîsa Rêveberiya Xweser li Şingalê, di kongreyeke rojnamevanî de helwesta xwe diyar kirin.

Rîham Hicu, Hevseroka Desteya Rêveberiya Şingalê, got, “Rêveberiya me, wan daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi asayiş, YBŞ û hêzên me tê. Ew tecrubeya fermanê hê jî li ser gelê me bi tesîr e.”

Rayedarên artêşa Iraqê radigihînin, heta meha Nîsanê dê hemû xal û bendên rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bikevin warê cîbicîkirinê.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê, dibêje, “Îro em dibînin ku rêkeftin ketiye warê cîbicîkirinê. Bêguman wek ku rêkeftin hatiye kirin di navbera Serokwezîrê Iraqê û Hêza Çekdar û birayên me li Herêma Kurdistanê, îro kar destpê kiriye bo ku hemû xalên rêkeftinê werin cîbicîkirin. Îro hêzên me yên emnî hemû di amadebaşiyê de ne.”

Li gor xalên destpêka rêkeftinê biryar bû rêveberiyeke hevbeş û 2500 polîs ji xelkê Şingalê ji bo deverê bên damezrandin, lê tevî derbasbûna 5 mehan jî yek xal ji wan jî nehatiye cîbicîkirin.

Li gor rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de biryar bû, bi tenê polîsê navxwe û artêşa Iraqê li navenda bajarê Şingalê bimînin.

Li gor gotina rayedarên artêşa Iraqê, eger YBŞ û artêşa Iraqê di van çend rojên nêzîk de negihijin ti rêkeftinekê, metirsiya wê heye şerekî neçaverêkirî li Şingalê rû bide.

Rudaw
Top