• Monday, 01 July 2024
logo

YPJ: Dadgehîkirina Çîçek Kobanî ne rewa ye

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
YPJ: Dadgehîkirina Çîçek Kobanî ne rewa ye
YPJê ragihand ku dadgehîkirina şervana wan Çîçek Kobanî ne rewa ye û binpêkirna yasayên navdewletî ye.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê dadgehîkirina şervana wan Çîçek Kobanî de daxuyaniyek belav kir.

YPJ balê dikişîne ser wê yekê ku biryara cezakirina Çîçek Kobanî di roja salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê ji DAIŞê de derket û tê gotin, ew yek bi mebest bû.

Di wê daxuyaniyê de YPJ tekez dike ku dadgehîkirina Çîçek Kobanî ne rewa ye û binpêkirina yasayên navdewletî ye.

YPJ dibêje jî, divê li gorî yasayên navdewletî serederî li gel şervana wan ya girtî bê kirin û rêz li yasa û peymanên navdewletî bê girtin.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanî roja 23ê Adara 2021ê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bo cara şeşemîn derket pêşberî dadgehê.

Çîçek Kobanî ku li zindana Tîpa T a Rihayê girtî ye, bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû û di encamê rûniştinê de dadgehê cezayê heta hetayê li wê şervana Kurd birî.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmeha 2019an êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest bi ser bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de girtibûn.

Şervana YPJê Çîçek Kobanî jî roja 21ê Cotmehê li gundê Mişrefa yê ser bi Eyn Îsa ve ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji wê rojê de li Rihayê di zindanê de ye.

Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema êxsîrkirina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanî belav kiribûn.

Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî jî tê bihîstin, ku amaje bi şervana Kurd Çîçek Kobanê dike û dibêje, “serjê bikin.”

Rudaw
Top