• Monday, 01 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê amarên îro yên Koronayê hat ragihandin

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê amarên îro yên Koronayê hat ragihandin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 725 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 725 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 241 kes li Hewlêrê, 145 kes li Silêmaniyê, 314 kes li Duhokê û 24 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Duhokê û 1 jî li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 238 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 65 kes li Hewlêrê, 58 kes li Silêmaniyê, 89 kes li Duhokê, 9 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 118137

Mirin: 3627

Başbûn: 107878

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

K24
Top