• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr eşkere kir: Derziyên dijî Covid-19ê gihiştin Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Serokwezîr eşkere kir: Derziyên dijî Covid-19ê gihiştin Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî agahiya gihiştina karwaneke din a derziyên dijî Koronayê eşkere kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Twitterê diyar kir: “Gihiştina karwaneke din a vaksîna dijî Koronayê bi rêya hikûmeta federal bo Herêma Kurdistanê bi qasî 43,800 derzî, cihê kêfxweşiyê ye, ku li gor sîstemê, dê ji grûpên tomarkirî re werin dayîn.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev di çarçoveya planên me de ye ku ji bo rasterast bi awayekî zêdetir bi rêya kompaniyên berhemhêner werin dabînkirin.”

K24
Top