• Sunday, 28 July 2024
logo

Rojhilat/ Zilamekî keça xwe li ber çavên xelkê kuşt - Wêne

Rojhilat/ Zilamekî keça xwe li ber çavên xelkê kuşt - Wêne
i bajarê Xoyê yê Kurdistana Rojhilat, zilamekî bi hêceta “parastina namûsê”, keça xwe li ber çavên xelkê kuşt.

Duh danê sibê li bajarê Xoyê, destê bavekî bi xwîna keça wî sor bû.

Şahidekî bûyerê ji BasNewsê re got, zilamekî keça xwe di nav otobûsê de derxist derve û li ber çavên xelkê, bi tivinga nêçîrê, da ber fîşekan.

Wî jêderî da zanîn ku keçik demildest hat kuştin û bavê wê jî ji aliyê polîs ve hat girtin. Li gorî agahiyên wî şahidê bûyerê, komek welatiyan dixwestin keçkê bibin nexweşxanê lê bavê wê gef li wan xwaribû û nehîştibû!

Hat gotin ku bavê keçkê di lêpirsînê de gotiye ku wî ji bo “parastina namûsê” keça xwe kuştiye çimkî têkiliyên wê yên evîndariyê bi xortekî re hebûye!

basnews
Top