• Monday, 01 July 2024
logo

Biden: Em dixwazin derbarê Rûsya û Çînê de bi Yekîtiya Ewropayê re bixebitin

Gulan Media March 26, 2021 Nûçe
Biden: Em dixwazin derbarê Rûsya û Çînê de bi Yekîtiya Ewropayê re bixebitin
Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Encûmena Ewropayê re ragihand; ew dixwazin li ser mameleya ligel Rûsya û Çînê, bi Yekîtiya Ewropayê re bixebitin.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de piştî bidawîbûna rûniştineke Encûmena Ewropayê, ku Serokê Amerîkayê amade bû, Joe Biden niyeta xwe nîşan daye ji bo karkirina derbarê cîbicîkirina berjewendiyên hevbeş ên di warê siyaseta derve de, ji wan jî li hember Rûsya û Çînê.

Joe Biden diyar dike ku divê gotûbêj di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê de berdewam bibin li ser mijara Tirkiye, başûrê Qefqasya, rojhilatê Ewropayê û rojavayê Belqanê.

Herwiha behsa mijara têkoşîna li hember vîrusa Koronayê ya nû û mijara guherîna keş û hewayê û herwiha pêwendiyên aboriyê hatine kirin.

K24
Top