• Monday, 01 July 2024
logo

Komeke çekdar gef li Kurdan dike

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Komeke çekdar gef li Kurdan dike
dibêje para Kurdistanê nabe were şandin.


Li Bexdayê bi çek daketiye kolanan.

Komeke çekdar ya bi navê Rebelah ku ser bi çekdarên DIŞIê ye, bi çekên xwe ve daketin kolanên Bexdayê û gef li Kurdistan û Kurdan kirin.

Ev koma han ya çekdar, ji aliyên siyasî yên Îraqê re gotiye nabe bi ti awayî para Kurdistanê ji bûdceya fedralî bo Kurdistanê were şandin û nabe hikûmeta Îraqê li gel hikûmeta Kurdistanê rêkeftinê îmzebike.

Ev koma han komeke çekdar ya şîeye, û daxwaz ji tevahiya aliyên têkildar yên Îraqê dike bi ti awayî para Kurdistanê bo neşînin.
Top