• Monday, 01 July 2024
logo

Îraq û Tirkiye giftûgo li ser rûbirû bûna PKKê dikin

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Îraq û Tirkiye giftûgo li ser rûbirû bûna PKKê dikin
dibêje tirkiye li ser operasiyonên dijî PKK bi îsrare.
Balyozê Tirkiyeyê li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê civiyaye.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî civiya.

Di civînê de her du alî behsa çend mijarên hevbeş yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kirine.

Derbarê naveroka civînê de balyozê Tirkiyeyê Fatih Yildiz diyar kiriye ku di civînê de giftûgo li ser metirsiyên hebûna PKKê li deverê de kirine û tekez li ser bi îsrar bûna Tirkiyeyê li ser lidarxistina operasiyonên xwe yên li dijî PKKê kiriye.

Yildiz diyar kiriye ku PKK hem bo ewlekariya Îraqê, ewlekariya Tirkiyeyê û hijm jî bo ser ewlekariya deverê metirsiyeke mezine.
Top