• Monday, 01 July 2024
logo

Dayîka Çîçek Kobanî: Keça min kes nekuştiye

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Dayîka Çîçek Kobanî: Keça min kes nekuştiye
Dayîka Çîçek Kobanî, Wahîde Osman rexne li biryara dadgeha Tirkiyê girt ku cezayê zindanîkirina heta hetayê bi ser spand, û got: “Keça min di nav axa Sûriyê de hate girtin. Mafê Tirkiyê nîne wê ceza bike. Keça min kes nekuştiye.”

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)Çîçek Kobanî ku di êrişa Tirkiyê û çekdarên wê de bo ser Rojavayê Kurdistanê, li devera Eyn Îsa hatibû girtin, ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezayê heta hetayê ji wê şervana Kurd re hat birîn.

Dayîka Çîçek Kobanî, Wahîde Osman piştî biryara dadgeha Tirkiyê ji Rûdawê re got: “Keça min mirovkuj nîne, wê kes nekuştine. Ev ji lingê xwe ve hate birîndarkirin û hêj birîna wê baş nebûye. Wê alîkariya xelkê li Sûriyê dikir.”

Wahîde Osman ku niha li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê dijî, da zanîn ku berî bav û birayê Çîçek Kobanî ji Tirkiyê bêne dersînorkirin, herî di 5ê Adara 2021ê de li girtîgehê hevdîtin ligel keça xwe kiriye.

Malbata Çiçek Kobanî her hefte rojên pêncşeman bi rêya telefonê ligel wê diaxive lê dayîka wê da zanîn ku ev du hefte ne rê bi wan nehate dayîn ku ligel keça xwe biaxivin.

Wahîde Osman bi xemgînê got: “Em nizanin dê îro rê bidin em ligel Çîçekê biaxvin. Bila Kurd li hemberî cezayê keça min bêdeng nemînin. Ew di nav axa Sûriyê de hate girtin, lewma mafê Tirkiyê nîne wê ceza bike. Em dixwazin civak û saziyên navdewletî dengê me bibîhisin. Ne rast e ku wê kesek kuştî be. Keça min mirovkuj nîne.”

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanî, roja 23ê Adara 2021ê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bo cara şeşê derket pêşberî dadgehê.

Çîçek Kobanî ku di zindana Tîpa T a Rihayê girtî ye, bi rêya Pergela Vîdeo û Deng beşdarî rûniştinê bû.

Parêzerê wê Hidayet Enmek di rûniştina dozê de daxwaza azadkirina wê kir û got: “Dema ku mûwekîla min hatî girtin ti madeyên teqemenî pêre nebû û ew ji Sûriyeyê ye. Ji ber ku li dijî vî welatî ti çalakiyên wê nîne, ez daxwaza azadiya wê dikim.”

Piştî navbera rûniştina dozê, komîteya dadgehê, Çîçek Kobanî bi hinceta “Xirakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat” cezayê heta hetayê û bi îdîaya “mirov kuştine” 10 sal û 10 meh cezaya girtigehê lê birî.

Derbarê vî sizayê giran ku bi ser Çîçek Kobanî de hatiye sepandin, Xedîce Ibrahîm, hevseroka Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê ji Rûdawê re axivî.

Parêzer Xedîce Îbrahîm got: “Ti bingehên yasayî ya biryarê nînin, jixwe ew ji Rojavayê Kurdistanê ye. Eger sûcek wê hebe divê li vê derê were dadgehîkirin.”

Şervana YPJê Çîçek Kobanî jî roja 21ê Cotmeha 2019ê li gundê Mişrefa yê ser bi Eyn Îsa ve ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û ji wê rojê de li Rihayê di zindanê de ye.



Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema dîlgirtina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanî belav kiribûn û sivkatî bê kiribûn û gefa serjêkirinê lê xwaribûn. Belavkirina wan dîmenan ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê karvedanên berfireh li pey xwe anîbûn.

Rudaw
Top