• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serxweşî li hakimê Dubeyî kir

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serxweşî li hakimê Dubeyî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Wezîrê Darayî yê Îmarata Erebî, digihîne mala şahane ya wî welatî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî “Twitterê” nivîsî: “Ez bi nûçeya koça dawiyê ya Şêx Hemdan gelek xemgîn im.”

Serokwîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya derbirî û ragihand, “Hevxemiya xwe ya kûr digihînim malbata şahane, hikûmet û xelkê Îmaratê. Roleke koçkirî ya mezin di xizmeta welatê xwe û berjewendiyên wî yên bilind de hebû.”

Wezîrê Darayî yê Îmaratê û bira û Cîgirê Hakimê Dubeyî Şêx hemdan Bin Raşid, di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Basnews
Top