Rûsye û Tirkiye lihev kirin
![Rûsye û Tirkiye lihev kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/rusiye_0.jpg )
Sê rê bo hevkariyên însanî tên vekirin.
Li gor jêderên nûçeyan di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de li ser vekirina sê rêyan bo gehandina hevkariyên însanî li Sûriyeyê rêkeftin hatiye kirin.
Rûsye ku piştîvanê rejîmê ye û Tirkiye jî ku piştîvanê komên cîhadiye, lihev kirine daku li Îdlibê du rê û li Helebê jî rêye bo gehandina hevkariyên însanî bo Sûriyeyê werin vekirin.
Li gor jêderên nûçeyan vê îro pêncşem ev her sê rê werin vekirin.