• Monday, 01 July 2024
logo

Omer Ocalan: Kurd ne bêyî alternatîv in

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Omer Ocalan: Kurd ne bêyî alternatîv in
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan ragihand ku eger HDPê were girtin, alternativê wan hene. Ocalan herwiha got: “Êdî Kurd hişyar bûne û bêyî alternatîv nînin û em dê bi her awayî ji bo Kurdistaneke azad têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî bernameya televizyonr Rûdawê ya “Rûdawê Îro” bû têkildarî zextên li ser HDPê û geşedanên dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aixivî.

Omer Ocalan diyar kir ku di kongreya AK Partiyê de derbarê Kurdan de ji aliyê erênî ve tiştek nebû û got: “Di beşeke tenê de behsa Kurdan hat kirin, ew jî xebat û têkoşîna Kurdan wek terorê hat pênasekirin. Dubare gotin, yek dewlet, yek milet, yek bawerî û yek çand. Niha AKP li Tirkiyê desthilatdar e, şirîkê wan a partiya netewperest a Dewlet Bahçelî dimeşîne hevdu temam dikin û êdî bê hev nakirin siyasetê bikin. Kîjan biçe yan din jî dê bihilweşe.”

Derbarê gotegoyên guhertina kabineya hikûmeta Tirkiyê de Omer Ocalan got: “Rast e behsa guhertina hinek wezîran tê kirin. Suleyman Soylu ji bo dewleta Tirkiyê naveke girîng e. Soylu şagirtê wan kesan e ku di salên 90î de zilm li Kurdan dikir wek Mehmet Agar û Tansu Çiler. Niha jî bi destê Soylu zilm li Kurdan tê kirin. Eger Soylu were guhertin divê MHPê jî were razîkirin. Rast e niha Soylu Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ye û berdevkê kiryarên li dijî Kurdan e, lê polîtikayeke dewletê bi xwe jî heye. Dewlet vî karê dike, lê yê berçavan xuya dibe Soylu ye. Wezîrên derve, navxwe û dadê girîng in ji bo Kurdan.”

Ocalan kiryarên li hemberî HDPê û Kurdan wek ne yasayî pênase kir û got: “Em niha bibêjin ev hewldan tenê ji bo girtina HDPê ne, ev yek têrê nake. Niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Hêzên navdewletî tê de ne û hesabê her aliyê li ser heye û hesabê Kurdn jî heye. Rast e dikarin HDPê bigrin. Ji bo 684 siyasetmedaran jî siyasetê qedexe dikin, xelkê Bakurê Kurdistanê di Newrozê de bersiveke mezin da û îradeya xwe nîşan da.”

Parlamenterê HDPê Ocalan da zanîn ku heta niha derbarî wî de 82 doz hatine vekirin û got: “Temenê min 34 salî ye, lê 82 doz li hemberî min hatine vekirin, ev ji bo min rûmet e. Divê em xebatên xwe zêdetir bikin. Em li kuderê axivîne û li me kuderê slavek daye li hemberî me bûye doz. Ji me dixwazin ku em behsa kurdatiyê, doza Kurdan û Kurdistanê nekin, lê armanca me ev e. Vî gelê dengê xwe daye me û em ji bo berjewendiyên vî gelî siyasetê dikin. Em van tiştan nekin me siyasetmedarên Kurd ji bo çi hene?”

Ocalan herwiha tekez kir ku eger HDP were girtin alternativên wan hene û amadekariyên xwe jî kirine û wiha pê de çû: “Ez wê baweriyê de me zirara Kurdan çêbibe, çima ez bawer nakim, çimkî ev sed sal in li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê pişaftineke mezin heye, lê êdî Kurd şiyar bûne. Kurd ne bêyî alternatîv in. Cihê me Kurdistan e û ciheke din nîne em herin. Ji bo Kurdistaneke azad em dê bi her awayî têkoşîna xwe bimeşînin.”

Rudaw
Top