• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê bo Qeterê hat vexwandin

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Serokê herêmê bo Qeterê hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî û şanda li gel kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê herêmê Şêx Cefer Şêx Mistefa û hijmareke din rayedarên Kurdistanê têde beşdar bûn giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê, rewşa deverê bi giştî, girîngiya hevkarî û hevbeşiya navbera aliyan bo parastina aramiya deverê, derfetên bo hêlbirîna Qeterî li Kurdistan û Îraqê, pêşhatên dawî yên taybet bi belav bûna Koronayê û bandorên vê û rûbirû bûna Koronayê, metirsiya dubare serhildana terorê û çend mijarên din yên hevbeş hate kirin.

Di berdewamiya civînê de şanda Qeterî vexwandin nameya fermî ya Serokwezîrê Qeterê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û daxwaz ji kir ku serdana vê welatî bike, Nêçîrvan Barzanî jî vexwandin nameya han qebûl kir û xwesteke Kurdistanê jî bo berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel Qeterê anî ziman û jiber bi dawî hatina rêkarên vekirina Konsulusxaneya Qeterê ya li Hewlêrê jî destxweşî li aliyên têkildarkir.

Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya rola Qeterê û Serkirdatiya Qeterê li deverê de kir û dilxweşiya xwe li hember normal kirina têkiliyên navbera Qeter û welatên din yên Kendavê anî ziman.

Top