• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Pêşmerge: Ji ber gefan 60 gund hatin valakirin

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Ji ber gefan 60 gund hatin valakirin
Wezareta Pêşmerge ragihand ku li “Heremên Nakok” ji ber valahiya ewlehiyê û gefên DAÎŞê 60 gundên grêdayê Xaneqînê hatine valakirin.

Cîgirê serfermandarê Pêşmerge Qehreman Şêx Kemal diyar kir li Heremên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herema Kurdistanê dimînin û wek “Heremên Nakok” tên bi navkirin, çalakiyên DAÎŞê zêdebûne.

Kemal got li heremên sînor yên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne, ji ber valahiya ewlehiyê her ku diçe gefên DAÎŞê zêde dibin û wiha berdewam kir “Ji ber vê yekê 60 gundên di nav sinorê Xaneqînê de neçar mane ku vala bikin.”

Fermandarê Pêşmerge dibêje artêşa Iraqê baş tedbîran wernagire û DAÎŞ çiyayên Qerçoxê, Mexmûr û Kerkûkê stargehên mezin çêkirine.

Herwiha Şêx Kemal diyar kir ku li gorî peymana di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê divê li Diyala, Kerkûk, Mûsil, Mexmûr, Hewlêr û Bexdayê navenda operasyona hevpar bê damezirandin û got “Ji bo heremên ku valahiya ewlehiyê hene, tevgera hevpar lezgîniya giringiya xwe diparêze. Di derbarê vê mijarê de bi carab me amadekariya diyar kir lê hêzên Iraqî samimiyetê nîşan neda.”

Fermandarê hêzên eniya Gwer û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand ku DAÎŞ sûdê ji lawaztiya ewlehiyê werdigre û got “Di vê mijarê de divê aliyên Iraqî bên gilîkirin. Tevî rêkeftineke hevpar, bi hêzên pêşmerge re nakevin koordînasyoneke baş.”

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di 21 Adara 2021an de ragihandibû ku di 10 rojên dawîn de 133 hedefên DAÎŞê hatin bombardimankirin, di encamê de 61 stargeh û 25 şkeft ji holê rakirine.

Rudaw
Top