• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji jinên Kurd plana DAIŞê

Ji jinên Kurd plana DAIŞê
Komeleya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YJK) li Swêdê, ji bo rê li ber tevlîbûna DAIŞê bigre, dest bi xebatan dike.

Seroka YKJê li Swêdê Seyran Duran ji Rûdawê re got, hefteya bê ew dê dest bi xebatên xwe bike.

Seyran Duran diyar kir ku 20 dayîk û 20 genc dê tevlî xebatê bibin û dê 2 hefteyan bidome.

Duran ragihand roj dê çalakiyên cur bi cur lidarbixin û şev jî semîneran pêk bînin.

YJK derbarê Îslamofobiya anko nehezî û tirsa li beramber îslamê de xebatan dike û armanca wê jî ew e ku gencan hişyar bike daku tevlî rêxistina DAIŞê nebin.

Komelê sala 1992an hatiye avakirin û heta niha 2 hezar 700 bûne endamên û bi giştî li Swêdê 16 şaxên wê hene.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê endamên wê hene û bi awayekî serbixwe kar dike.

Li Hewlêr û Silêmaniyê bi piştavaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê YJKê di navbera salên 2003 û 2010an de li ser zarokan perwerdeya 3 mehî daye jinan.

Meha Gulanê bi helkefta 42yemîn salvegera îdamkirina Leyla Qasim, çalakiyeke bibîranînê lidarxistibû.

Rudaw
Top