• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Qeterê civiya

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Qeterê civiya
Qeter dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir bike.
Kêfxweşiya xwe li hember vekirina Konsulusxaneya Qeterê diyar kir.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî kir.

Di civînê de wezîrê derve yê Qeterê silav û rêzên Mîrê Qeterê gehandine Serok Barzanî û rêzdariya xwe jî li hember aramî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê anî ziman û ragihand ku derfetên gelek baş bo sermayegozariyê li Kurdistanê de hene.

Nav hatî diyar kir ku vekirina Konsulusxaneya Qeterê li Hewlêrê dibe pêngaveke gelek baş bo kar kirin li ser wan derfetan û sermayegozariyên ku li Kurdistanê de hene.

Nav hatî herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku têkiliyên navbera Qeter û Kurdistanê zêdetir pêşde biçin û berfiretir bibin.

Serok Barzanî jî hevdem li gel bixêr hatin kirina şanda mêwan, kêfxweşiya xwe jî li hember vekirina Konsulusxaneya Qeterê li Hewlêrê diyar kir û pêşwazî jî ji berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de kir.
Top