• Monday, 01 July 2024
logo

HRW: Desthilata Erdogan Kurdan dike hedef

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
HRW: Desthilata Erdogan Kurdan dike hedef
Dibêje mafên mirovan binpê dike.

Saziya çavdêriya mafên mirovan derbarê rewşa Tirkiyeyê û desthilatdariya Erdogan de rapoertek berfire belav kiriye.

Di raporta HRW de hatiye diyarkirin ku desthilata Erdogan, gelê Kurd, jin û ev aliyên ku weke Erdogan nahizirin tên hedef girtin û êrîşî ser wan tê kirin û tên tawanbarkirin.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin kudi dema 18 salên desthilata AKP û Erdogan de mafên mirovan, demokrasî û azadî bi awayeke bêwêne hatine binpêkirin û desthilat ber bi dîktatoriyeteke mutleq ve diçe.

Di beşeke din ya raportê de behsa pêngavên daxistina HDPê jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku bi daxistina HDPê 6 miliyon dengderên Kurd tên hedefkirin û mafê azadiya xwe birêxistin kirinê jî tê binpêkirin.
Top