• Monday, 01 July 2024
logo

Li Kolombiyayê ji ber rabûna lehiyan 45 kesan jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Li Kolombiyayê ji ber rabûna lehiyan 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li welatê başûrê Amerîkayê Kolombiyayê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Yekitiya Rêveberiya Metirsî û Karesatên Netewî ragehand, li gel destpê kirina demsala baranan li gelek cîh û herêmên welat çem rabûne û hezaz pêkhatine.

Li piraniya welat baranên tund û zêde barîn û ji ber wê jî lehî rabûn û bi giştî 45 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwaha hat ragehandin 23 kes jî birîndar bûne û 3 kes jî winda ne.

Di wan lehî û rabûna çeman de 3 hezar û 451 malbat jê bandor bûne û 36 hezar kes jî ji cîhên xwe bûne.

Eyaletên serekî yên Kolombiyayê yên ji wan baranên tund bi bandor jî bûne ew in; Antioquia, Valle del Cauca, Narino, Huila û Cundinamarca.

Rayedarên Kolombiyayê ji ber demsala barana ye ji gel xwestin ji çem û cîhên av lê heyî û teniştên avan dûr bisekinin.

Basnews
Top