• Monday, 01 July 2024
logo

7 şervanên HSDê di şerê li Eyn Îsayê de canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
7 şervanên HSDê di şerê li Eyn Îsayê de canê xwe ji dest dan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere dike, li Eyn Îsayê 7 şervanên wan di êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de canê xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran roja 23ê Adarê bi çekên giran û firokeyên çavdêriyê êrîşî ser Dibis li gundewarê Eyn Îsayê kirin û hêzên wan di rûyê wan de derketin û şer û pevçûnên giran rû dan.

HSDê aşkere kir, di encama wî şerî 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Demek e grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve rojên 18 – 20 êrîşî ser gundên Seyda û Mualeq kirin û rûbirbûna wê êrîşê de 37 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Top