• Monday, 01 July 2024
logo

Jineke Pêşmerge bawernameyeke leşkerî ya Şaheneya Brîtanyayê werdigire

Gulan Media March 25, 2021 Nûçe
Jineke Pêşmerge bawernameyeke leşkerî ya Şaheneya Brîtanyayê werdigire
Jineke Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Akademiya Leşkerî ya Şahaneya Brîtanyayê Sandhurst ve hate perwerdekirin û pileya leşkerî ji bo hat dayîn.

Medya Mestî ya 30 salî berî niha li nexweşxaneyek taybet a Pêşmerge weke doktor kar kiriye û piştre jî beşdarî kursên perwerde û xuleya akademîk a Sandhurst bû.

Di merasîmekê de, artêşa Brîtanyayê bewernameya temamkirina xuleyê bi serkeftin da Medya Mestî û 18 kesên din jî.

Cara yekemîn e jineke Kurd tevlî perwerdeyeke bi vê asta bilind dibe û artêşa Brîtanyayê vê yekê weke pêngaveke bêwêne bi nav dike.

Medya Mestî li ser ezmûna xwe ya nû got, "Du hefteyên destpêkê zehmet bûn, bi taybetî di nava hewayeke gelekî sar de bûn."

Medya got, "Min qet bawer nedikir ku ez ê vê xuleyê biqedînim û bigihim roja îro."

Brîtanya, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de, perwerde û hîndekariyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dike.

K24
Top