Berdevkê HSDê: Nifşekî nû yê cihadiyan li Holê tê perwerdekirin
Li kampa Holê li parêzgeha Heseke li Rojavayê Kurdistanê, niha nêzîkî 62 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê dimînin.
Beşeke ji wan zarokan ji aliyê dayîkên xwe ve têne neçarkirin ku dest ji fikra DAÎŞî bernedin. Mûna ku yek ji wan keçan e dibêje, dayika wê ew neçar kir di 11 salî de bi DAIŞiyekê re bizewce.
Berdevkê HSD di derbarê metirsiya vê yekê dibêje, eger muameleyeke baş ligel vê kampê neyê kirin, wê nifşekî nû ji Cîhadiyan derkeve.
Hevjîna çekdarê berê yê DAIŞê Muna dibêje: “Li vê derê min gilî li ser dayika xwe tomar kir. Asayişê ew girt, lê piştre ew berda. Her wê demê jî bi qaçaxî hate derxistin bo derveyî kampê. Ew min naxwaze, ti carî min jî ew nexwestiye. Li ser wê yekê, çar gule berande min, li zik û rehnê min dan. Çar gule. Ji tirsa, min xwe li jêr betaniyê veşart, lê guleyan betanî derbas kir. Ew DAIŞî bûn, ti kesekî din, ji bilî DAIŞê nikare wiha bike. Carekê dayika min gef li min xwar, ku hinek kesan bişîne ji bo min bikujin. Her weke ku dayika min gotiye, DAIŞî bi rûyê veşartî hatin û teqe li min kir.”
Ji sedî 80 xelkê Kampa Holê jin û zarok in û piraniya wan jî xelkê Iraq û Sûriyê ne. Nêzîkî 10 hezar kesan jî xelkê 57 welatan e, û beşeke mezin heta niha jî piştevaniya DAIŞê dikin.
Aligerek DAIŞê jî dibêje: “Eger DAIŞ veger, vedigrime nav wan. Ji ber ku ew take dewlet in ku şerîeta Xwedê li ser zemînê cîbicî dikin. Çima ez ê venegerime nav wan? Ew Musilman in û ez jî Musilman im.”
Li nav Kampa Holê ji bilî hejmarekê ku piranî xelkê Sûrî ne, 19 hezar zarokên Iraqî û 8 hezar zarokên welatên din hene ku bav û dayîkên wan endamê DAIŞê bûn.
Berdevkê HSDê Kîno Gabriel jî dibêje: “Ew li nav kampê şerîetê cîbicî dikin û polîsên taybet bi wan hene, ku em ji wan re dibêjin Hisbe. Hemû ew tişt ji aliyê wan jinan ve têne kirin, ku bîrkirina xwe ya tund dixine mejiyê wan zarokên ku li wê derê ne. Bi nerîna min, eger bi awayekî dirust serederî ligel vî tiştî neyê kirin, êdî ew jin nifşê nû ji cihadiyan dirust dikin.”
Rudaw