• Monday, 01 July 2024
logo

Sezaî Temellî: Bêdengî rê li pêş girtina hemû partiyan vedike

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Sezaî Temellî: Bêdengî rê li pêş girtina hemû partiyan vedike
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ragihand ku eger partiyên opozîsyonê li hemberî girtina HDPê wiha bêdeng bimînin, dê tevahiya wan partiyan jinav biçin, lewra divê opozîsyon biryara xwe ya man û nemanê bide.

Hevserokê berê yê HDPê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî zextên li ser HDPê axivî.

Sezaî Temellî di derbarê doza girtina HDPê de ji Rûdawê re ragihand ku ev êrîşa li ser wan, dê tevahiya partiyên opozîsyonê bide ber xwe, lewra divê partiyên opozîsyonê li ser xalên hevbeş bêne cem hev û li dijî van pêngavên hikûmeta Tirkiyê rawestin, eger na, ti yek ji wan namîne.

Temellî diyar kir ku niha helwestên partiyên opozîsyona Tirkiyê li hemberî desthilatê, zêde xurt nînin, lê dîsa jî li gorî salên derbasbûyî partiyên opozîsyonê zêdetir bertekan nîşan didin.

Derbarê bêdengiya opozisyona Tirkiyê li hemberî girtina doza li dijî HDPê de Temellî wiha axivî: “Ji bilî wê yekê ku Opozîsyona Tirkiyê li ser mafên sereke lihev bike, ti rêyeke xwe ya din tine ye. Rast e, doza girtinê li dijî HDPê hat tomarkirin, lê dê li pêy hev hemû partiyên din jinav bibin û ev pêngavek e ku her tiştekî li ser bingehê demokrasiyê jinav bibe. Êdî ew jî neçar in ku vê yekê bibînin.

Ne tenê HDP, hemû partiyên siyasî yên opozîsyona civakî bi man û nemanê re rûbirû ne. Yan dê partiyên siyasî li ser rêya hebûnê têkoşînekê li ser mafên hevbeş birêve bibin, an jî ew ê jî bikevin ber vê pêla nemanê. Bi nêrîna min, êdî partiyên opozîsyonê vê yekê dizanin. Weke mînak, weke sala 2016an tevnagerin. Rast e dibe ku zêde hêviyên me ji ÎYÎ partiyê nebin û em behsa lewazî û xalên lewaz ên CHPê jî bikin, lê divê em vê yekê jî bibînin ku li gorî sala 2016an zêdetir li hemberî desthilatê li ser xwe disekinin. Ji operasyonên derve re dibêjin erê, rast e! Ji bo operasyonên li ser bakur rojhilatê Sûriyê û Başûr dibêjin erê, lê karîn ku li dijî operasyona li ser Lîbyayê rawestin. Ango pêwîstî bi demê heye ku heya mirov xwe ji vê siya eqlê tekparêz û eqlê dewletê rizgar bibe, lê li gorî 5 sal beriya niha, em dikarin bibêjin ku em niha li xalekî baştir in.”

Rudaw
Top