• Monday, 01 July 2024
logo

Li Serê Kanî teqîneke mezin çê bû

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Li Serê Kanî teqîneke mezin çê bû
duhê jî teqîneke mezin çê bibû.
Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li bajarê Serêkaniyê teqîneke bihêz çê bû û li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro otomobîleke bombekirî li Herêma Pîşesazî ya Serê Kaniyê teqiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, kesê di otomobîlê de canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.

Weke tê zanîn duhî jî li nava bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.
Top