• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Ormiyê rojane herî kêm 12 diz tên girtin!

Li Ormiyê rojane herî kêm 12 diz tên girtin!
Polîsê Ormiyê ragihand, di heyama 80 rojan de herî kêm 1000 kes bi tohmeta diziyê hatine girtin.

Berpirsê Polîsê eyaleta Ormiyê ya Kurdistana Rojhilat, ji malpera fermî ya hikûmeta Îranê re gotiye, hêzên polîs di heyama 80 rojên borî de karîne zêdetirî 1000 kesên ku dizî kiribûn, bigirin. Bi vî rengî, rojane herî kêm 12 kes bi tohmeta diziyê hatine girtin.

Berpirsê Polîsê Ormiyê her wiha gotiye, zêdetirî %70 ji wan kesên ku hatine girtin, herî kêm du caran bi tohmeta diziyê hatine girtin û beşek mezin ji wan jî nexweşên madeyên hişber bûne.

Li gorî wî rayedarê îranî, rêjeya diziyê li Ormiyê li gorî par %12 kêm bûye.

Basnews
Top