• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiyê cezayê heta hetayê li Çîçek Kobanî birî

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Tirkiyê cezayê heta hetayê li Çîçek Kobanî birî
Şervana YPJê Çîçek Kobanî ku di êrişa Tirkiyê û çekdarên wê de bo ser Rojavayê Kurdistanê, li devera Eyn Îsa hatibû girtin, ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezayê heta hetayê ji wê şervana Kurd re hat birîn.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanî duh, 23ê Adara 2021ê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bo cara şeşê derket pêşberî dadgehê.

Çîçek Kobanî ku di zindana Tîpa T a Rihayê girtî ye, bi rêya Pergela Vîdeo û Deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

Parêzerê wê Hidayet Enmek di rûniştina doze de daxwaza azadkirina wê kir û got: “Dema ku mûwekîla min hatî girtin ti madeyên teqemenî pêre nebû û ew ji Sûriyeyê ye. Ji ber ku li dijî vî welatî ti çalakiyên wê nîne, ez daxwaza azadiya wê dikim.”

Piştî navbera rûniştina doze, lijneya dadgehê, Çîçek Kobanî bi hinceta “Xirakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat” cezayê heta hetayê û bi îdîaya “mirov kuştine” 10 sal û 10 meh cezaya girtigehê lê birî.

Parêzera Çîçek Kobanî diyar kir ku ew dê serî li dadgeheke bilindir bidin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmeha 2019an êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest bi ser bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de girtibûn.

Şervana YPJê Çîçek Kobanî jî roja 21ê Cotmehê li gundê Mişrefa yê ser bi Eyn Îsa ve ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji wê rojê de li Rihayê di zindanê de ye.

Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema êxsîrkirina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanî belav kiribûn.

Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî jî tê bihîstin, ku amaje bi şervana Kurd Çîçek Kobanê dike û dibêje, “serjê bikin.”

Rudaw
Top