• Monday, 01 July 2024
logo

Di salekê de 56 welatiyên Kurd hatine îdamkirin

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Di salekê de 56 welatiyên Kurd hatine îdamkirin
67 Kolberên Kurd jî hatine kuştin.
Li Îranê ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di salekê de li Îranê bi giştî 56 welatiyên Kurd bi hincetên curbicur ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Hengawê belav kiriye ku her di salekê de bi êrîşên raste rast yên hêzên rejîma Îranê 67 Kolber û 16 welatiyên din yên medenî hatine kuştin.

Herwiha zêdetir ji 500 çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine destbiserkirin û ji wan 149 kes jî hatine zîndanîkirin.
Top