• Monday, 01 July 2024
logo

Ahenga Newrozê li Laziqiyê birêve çû

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Ahenga Newrozê li Laziqiyê birêve çû
Xwendekar û malbatên Kurd ahenga Newrozê li bajarê Laziqiyê yê Sûriyê gerandin.

Li bajarê Laziqiyê yê Sûriyê ku dikeve kenara Derya Spî, ahengên Newrozê, ji aliyê hejmarekê welatî û xwendekaran ve û li gor derfet û îmkanên heyî hatin lidarxistin.

Li gor dîmenên ku taybet bo Rûdawê hatine şandin xwendekarên zanîngeha Laziqiyê û Kurdên ku li wî bajarî niştecî ne, cejna Newrozê pîroz kirin. Di ahengê de, nêzîkî 500 kes ji xwendekarên zanîngehê û malbatên Kurd beşdar bûn.

Beşdariyan bi dîlan û stranên Kurdî Cejna Newrozê pîroz kirin.

Li bajarê Laziqiyê li ser kenarên Deryaya Spî, hejmarek malbatên Kurd niştecî ne û kar û pîşeyên wan li wî bajarî hene.

Herwiha hejmarek xwendekarên Kurd ji herêmên Rojavayê Kurdistanê li zanîngeha wî bajarî dixwînin.

Gelê Kurd her li kuderê be gelek caran di rewşên pir dijwar û xerab de Newrozên xwe pîroz kirine. Ji ber ku Newroz roja nû ye, mizgîniya ronahiye ye, destpêka hêvî û azadiyê ye, Kurd her Newroza xwe pîroz kiriye.

Rudaw
Top