• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Tendirustiyê: 411 kesên din bi Koronayê ketine

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Wezareta Tendirustiyê: 411 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta Tendirustiyê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 411 kesên din bi Koronayê ketine û 4 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja sêşemê 23.03.2021ê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 411 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 4 kes jî bi Koronayê mirine û 166 kes jî baş bûne.

Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 116 hezar û 295 kes bi Koronayê ketine û 107 hezar û 194 kes jî baş bûne û 5 hezar û 491 kes jî di jêr çavdêriyê de ne û 3 hezar û 610 kes jî bi Koronayê mirine.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser karin dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Basnews
Top