• Monday, 01 July 2024
logo

Di hilbijartinên Îsraîlê de Netayahu serkevtina xwe ragihand

Gulan Media March 24, 2021 Nûçe
Di hilbijartinên Îsraîlê de Netayahu serkevtina xwe ragihand
Li gorî encamên destpêkê, Partiya Lîkod a bi serokatiya Benjamin Netayahu di hilbijartinên Îsraîlê de li pêş e, lê dîsan jî nikare bi tenê hikûmetê pêk bîne.

Benjamîn Netayahu ku 12 sal in serokwezîr e, serkeftina partiya xwe di wan hilbijartinan de ragihand.

Paritya Lîkod kursiyên xwe zêde kirine, 2 mijar bûne sedem ku xelkê Îsraîlê zêdetir baweriyê bidin Benjamîn Netayahu. Ew jî proseya aştiyê li gel welatên Erebî û baş karkirin ji bo rûbirûbûna Coronayê û dabeşkirina vaksînê. Niha Îsraîl di warê dabeşkirina vaksîna dijî coronayê û rûbirûbûna wê virusê de, di cîhanê de yekem e.

Ev yek jî bûne sedem ku şansê Benjamîn Netayahu zêde bibe careke din jî serkirdatiya hikûmeta wî welatî bike, her weke ku 12 sal e dike.

Dibe ku partiya Netanyahu 37 kursiyan bidest bixe.

Ji bo pêkanîna hikûmetê, Netanyahu pêwîstî bi 61 kursiyan heye. Lewra ew neçare hikûmeta hevpeymanî pêk bîne

Rudaw
Top