• Sunday, 24 November 2024
logo

Sedî 20ê zarokan nexweşiyên derûnî hene

Sedî 20ê zarokan nexweşiyên derûnî hene
Pisporê derûnî, Danyal Sedî dibêje li asta cîhanê ji sedî 20ê zarokan bi nexweşiyên derûnî dikevin.

Ji bilî nexweşiyên laşî girîng e dêwbav bala xwe bidine nexweşiyên derûnî ku zarokên wan rastî tên. Eger nexweşiya derûnî ya zarokekê hebe û neyê çareserkirin, şiyana fêrbûn û jêhatîbûna wan paş dikeve.

Dr. Sedî ji Rûdawê re got pêhesîna nexweşiyên derûnî di zarokan de ji bo dêwbav zehmet e, çimkî zarok wekî mezinan nikarin behsa derûniya xwe bikin.

Sedî got: "Dema zarok diltirs dibin, bi xwe ve mîz dikin, telîkên xwe dimijin û xwe ji mirovan dûr digirin."

Gelek cûreyên nexweşiyên derûnî bi zarokan re hene. Xemokî, diltirsî (anxiété), û balnedan hinek ji wan in. Eger bi zarokan re tevgera zehf, kêmasiya baldariyê, nevebûna zimên hebe divê dêwbav wan bibine pijîşk.

Rudaw
Top