• Monday, 01 July 2024
logo

Li Kurdistanê zêdetir ji 200 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media March 23, 2021 Nûçe
Li Kurdistanê zêdetir ji 200 kesên din bi Koronayê ketin
8 kes jî canê xwe ji dest dane.
Hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê 223 kesên din bi Koronayê ketine, hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 166 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 189 kes baş bûne û 8 kes jî canê xwe ji dest dane.
Top