Li Îranê di yek salê de 18 xwandevanan xwe kuştiye
Duh 08.06.2016ê keçeke xwandevan a bi temeê 16 salî li Tahranê xwe kuşt û bi vê kuştinê ve amara xwe kuştina xwandevanan li Îranê di salekê de geheşte 18 xwandevanan.
Çavdêr sedemê xwe kuştina xwandevanan bi pirsgirêkên derûnî ve girêdidin û li gor amarên fermî yên Îranê sedî 34ê xelkê Îranê rûbirûyê nexwaşiya xembariyê buye û li gor lêkolînên heyî ew 18 xwandevanên ku xwe kuştine pirsgirêkên wan ên derûnî û xembariyê hebûne.
Basnews