• Monday, 01 July 2024
logo

Peywendiyên Rûsya û welatên Rojava aloztir dibin

Gulan Media March 22, 2021 Nûçe
Peywendiyên Rûsya û welatên Rojava aloztir dibin
Peywendiyên navbera Rûsya û welatên Rojava berê wan ber bi xerabûnê ve ye.

Yekîtiya Ewropa û Amerîka herdû hevpeymanên rojava, di 4 hefteyên borî de cuda ceza bi ser berpirsên Rûsyayê de sepandin.

Bi nerîna Yekîtiya Ewropayê, Kremlin li pişt jehrîkirina Alexy Navalny, serkirdeyê opozisyona Rûsyayê ye, lewra cezayê cemidanina serwet û saman bi ser 4 berpirsên payebilind ên Moskowê sepand û alîkarîkirina wan jî di warê darayî de wek tawanê binav kir.

Josep Borrell, berpirsê siyaseta derve ya yekîtiya ewropayê behsa wê sarbûnê dike ku ketiye navbera Broksel û Moskowê.

Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, dibêje, “Bi zelalî diyar e ku Rûsya bi rêyeke metirsîdar re diçe û xwe zêdetir ji Ewropayê dûr dixe, û ne razî ye di warê mafê mirov û azadiya siyasî de gotûbêj ligel bê kirin.”

Istixbaratê Amerîkayê dibêje, ew piştrast in ku Moskow Navalny bijehirxwarin kirine, li ser vê bingehê Washingtonê cezayê cemidandina serwet û saman bi ser 4 berpirsên nêzîkî VladimirPputin de sepand û piştre jî firotina amûrên teknoljya pêşketî li ser Rûsyayê qedexe kir. Bi hinceta ku metirsî heye di warê çêkirina jehrê û çekê kîmyayî de bikar bîne.

Niha jî Washington, Moskow û Putîn bi destwerdana di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de tometbar dike.

Joe Biden, Serokê Amerîkayê, li ser vê mijarê dibêje, “Ew baca xwe dide, ez wî baş dinasim, dema me dest bi gotûbêjê kir, min jê re got ez te nas dikim û tu jî min nas dikî. Eger ev rast be xwe amade bike.”

Moskow hemû tometên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê red dike û dibêje, ew tomet tenê hincet in daku Rûsyayê lawaz bikin.

Vladimir Putîn, Serokê Rûsyayê, dibêje, “Tişta ku ew dikin ne pêşbirkê ye, jiber pêşbirkê tiştekî asayî ye, û di peywendiyên navdewletî de her hebû, lê ev kampeyneke ku berdewambûna wê zêde tund e, armanca wê rawestandin û xavkirina geşbûna me ye. Çêkirina pirsgirkê ye li ser sînorên me û têkdana aramiya navxwe ya welatê me ye, daku wan bihayan lawaz bikin, ku civaka Rûsyayê kom dikin, heta bikaribin Rûsyayê bi vî awayî bixin jêr desthilata xwe.”

Aloziyên navbera Moskow û Washingtonê gihiştine wê asta ku Amerîka gefa sepandina ceza bi ser welatên Ewropayê yên hevpeymanê xwe jî dixwe, eger dest ji projeya North Stream a ji bo veguhastina gaza Rûsyayê bo welatên Ewropayê, bernedin.

Balyozê Rûsyayê yê li Washingtonê vegeriyaye Moskowê daku wan peywendiyan li gel Kremlînê gotûbêj bike.

Hevdem Balyozê Rûsya li Londonê, hikûmeta Brîtanyayê bi binpêkirina peymannameyên navdewletî û pêşxistina şiyana etomî ya xwe tometbar dike û dibêje, “peywendiyên Moskowê li gel wî welatê Ewropî jî nêzîkî mirinê bû ne.”

Rudaw
Top