• Monday, 01 July 2024
logo

Rojavayê Kurdistanê- 100 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media March 22, 2021 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê- 100 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 100 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 100 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 11 kes li Hesekê, 51 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiyê, 5 kes li Tebqayê, 12 kes li Reqayê û 4 kes li Dêrezorê û 6 kes li Minbicê û 2 kes li Şehbayê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9118 kesan, ji wan 1271 kes baş bûne û 356 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top