• Monday, 01 July 2024
logo

Li Newroza Amedê nêzîkî 100 kes hatin desteserkirin

Gulan Media March 22, 2021 Nûçe
Li Newroza Amedê nêzîkî 100 kes hatin desteserkirin
Ji wan derdora 100 kesên ku duh di ahenga Newroza Amedê de hatibûn girtin, 35 hatin azadkirin.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê duh bi boneya pîrozkirina Cejna Newrozê ahengeke mezin birêve çû ku bi sed hezaran kes di ahengê de amade bûn.

Ahenga Newroza Amedê wek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê di bin çavdêrî û tedbîrên tund ên emnî de birêve çû.

Di ahengê de bi tometa “propaganda û avêtina dirûşman bo PKK” 100 kes hatibûn desteserkirin ku di nav wan kesên hatibûn girtin de du zarokên 11 û 12 salî hebûn.

Li gor zanyariyan duh piştî wergirtina îfadeyan, 35 kes ji wan hatin azadkirin û lêkolîn li gel yên din berdewam e.

Li Stenbolê jî bi biryara Dadgeha Stenbolê ji wan 14 kesên ku di ahenga Newrozê de hatibûn binçavkirin, 11 kes ji wan hatin azadkirin.

Rudaw
Top