• Monday, 01 July 2024
logo

Roja yekem a Newrozê 50 hezar geştyaran serdana Dukanê kirin

Gulan Media March 22, 2021 Nûçe
Roja yekem a Newrozê 50 hezar geştyaran serdana Dukanê kirin
Ji ber geştyarên navxwe û hatina geştyarên parêzgehên iraqê û derveyî iraqê bi helkefta cejna newrozê û biharê, tê çavrêkirin sektora geştyarî li herêma kurdistanê geş bibe.

Li gor Desteya Geştûguzarê, tenê di roja myekem a newroza îsal de 50 hezar geştyar û zêdetirî 15 hezar otombîlan berê xswe dane seyrangeha dukan, hevdem zêdetirî 10 hezar geştyarî berê xwe dane navenda bajarê Silêmanî.

Serdar Mehmûd, Rêveberê Polîsê Dukan, dibêje, “Geşbûna kerta geştyarî bi corek bû, hetta pêşwext nêzikî ji %80 cihên geştyarî yên Dukanê hatin girtin. Ev jibilî ku di yekem roja Newrozê de nêzikî 5 hezar geştyaran ku zêdetir ji hezar geştyarên Ereb bûn, berê xwe dan Soran, Riwandiz, Mêrgesûr û Çomanê; Geştûguzariya Duhokê jî pêşbînî dike, di Newrozê de derdora 15 hezar geştyarên Ereb ji bajarên Iraqê berê xwe bidin wê parêzgehê.”

Geşbûna sektora geştyarî bi awayekî, tenê pêşwext nêzîka ji sedî 80î cihên geştyarî yên dukan ji xwe re girtine, ev jî ji xeynî ku di roja yekem a newrozê de nêzîka 5 hezar geştyar ku zêdetirî hezar geştyar ji wan Erebin, berê xwe dane sînorê bajarokên soran, rewandiz, mêrgesor û çoman, herwiha parêzgeha Duhokê jî pêşbînî dike di vê newrozê de 15 hezar geştyarên Ereb li Iraqê berê xwe didin parêzgehê.

Fexrî Ehmed, Rêveberê Giştî yê Çûnûhatina Duhokê, dibêje, “ Hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê di Newroza îsal de, di demekê de ye, sala derbasbûyî ji ber Coronayê û qedexeya hatinûçûnê, ti geştyarek nehat Herêma Kurdistanê ku Newroza 2019an 243 hezar geştyar hatibûn Herêma Kurdistanê û ji %73 ji wan ji ji herêmên xwarê û naverasta Iraqê hatibûn û ew ên din jî geştyarên biyanî bûn.”

Hatina geştyaran bo Herêma kurdistanê di newroza îsal de di demekê de ye, ku sala borî jiber coronayê û qedexeya çûnûhatinê ti geştyarekîberê xwee nedabû herêma kurditanê, di demekê de ye ku di newroza 2019ê de 243 hezar geştyar hatibûn herêma kurdistanê, ku ji sedî 73ê ji wan ji başûr û naverasta iarqê hatibûn û ên din jî geştyarên biyanî bûn.

Rudaw
Top