DAIŞê li Xurmatûyê sê cotkar revandin
Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Selahedîn ragihand; li gundê Hilêwe yê ser bi navçeya Xurmatû sê cotkar ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.
Hat ragihandin ku li devera Mensûr a li rojavayê Bexdayê jî, efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Li naverasta Kerbelayê jî, kesek bi destdirêjiya gulle hat kuştin.
Herwiha li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê, li ser rêya bilez a bajarê Hille jî, bombeyek bi karwana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya. Li gor zanyariyan ji ber teqînê ti zirar derneketine holê.
Basnews