• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Hikûmeta federalî erkê xwe ê cibicîkirina hemû xalên destûrê bi cih bîne

Gulan Media March 21, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Hikûmeta federalî erkê xwe ê cibicîkirina hemû xalên destûrê bi cih bîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê û sala nû ya kurdî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de hêvî xwast ku ji gelê Kurdistanê re, saleke xweşî û bexteweriyê be.

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya cejna Newrozê û sala nû ya kurdî, germtirîn pîrozbahî arasteyî Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiyê û malbat û kesûkarên serbilins ên şehîdan dikim. Hêvîdar im ji gelê Kurdistanê re, sala xweşî û bexteweriyê be.

Newroz ji gelê Kurdistanê re, her dem hîma û sembola azadî û nûbûna jiyanê û serkeftinê bû, ji ber wê hêvîdar im ev Newroz bibe cihê bidestanîna hemû mafên me û serkeftina bi ser hemû zehmetî û nexweşiyan de be.

Li vir bi pêwîstî dizanim, spasiya xelkê Kurdistanê bikim ji ber sebr û xweragiyan wan ku hevkar û alîkar bûn ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare rûbirûyî qeyranan bibe.

Hêvîdar im Hikûmeta federalî erkê xwe ji bo cibicîkirina hemû xalên destûrê bi cih bîne, ji bo aramiya siyasî, aborî û ewlehiyê li hemû Iraqê biçespe.

Daxwazê ji hemû hevniştimanan dikim, pabendî rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêziyêb bibin, bi taybet di rojên cejna Newrozê de, ji bo bi hev re kar bikin û rûbirûbûna vê nexweşiyê, ji bo civakê bi giştî biparêzin û demeke xweştir derbas bikin.

K24
Top